H’emû nûçeSereke
Komîsîya Avropayê wê piştgirîya 15 mîlyon yûro bide Ermenîstanê: qayîlnivîsara nû ya bona dîsa 15 mîlyon yûro têra tê dîtinê
Hukumatê wextê civîna xwe begemî daye qayîlnivîsara di navbera Ermenîstanê û komîsîya Avropayêda.
Nava birîyarêda hatîye dîyarkirinê,wekî nava çarçoveya hevkarîya dualîda têra tê dîtinê qayîlnivîsara piştgirîya fînansî bê îmzekirinê, armanca kîjanê ewe, ku piştgirîyê bidine goveka sosîyalî û êkonomîkî, bi taybetî piştgirîyê bidine pirsgirêkên penabera.
Bernama bahê 15 mîlyon yûro ji byûcêya Yekîtîya Avropayê tê fînansekirinê.
Bi wê yekêva tevayî, niha hevraxeberdan pêk tên ku piştgirîke nû, ya bahê 15 mîlyon yûro bê dayînê.