H’emû nûçeSereke
Mixabin, dijî paqijkirinên êtnîkîye li Qerebaxê, Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî dijî Adirbêcanê berkbûn neda kifşê: Mênêndêsê sênator
Sênatorê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Bob Mênêndês derheqa paqijkirinên êtnîkîye ji alîyê Adirbêcanêda li Qerebaxê mîyaserkirî, xeberdaye û bi yazixî elam kirîye wekî serokatîya amêrîkî alîyê bersivdayîna wê trajêdîyê berkbûn nedaye kifşê. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda Mênêndês wextê merasîma pêşkêşî bîranîna cangorîyên komkujîya Ermenî, Ermenîstanê û Qerebaxê, gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê, ew tiştên ku ji alîyê Adirbêcanêda li Qerebaxê wextê paqijkirinên êtnîkî hatine kirinê, yên trajêdîne û wedeye ku serokatîya amêrîkî piştgirîya leşkerî nede hukumata Adirbêcanê.