Ararat Mîrzoyan beşdarî civîna wezîrên karên der yên Yekîtîya Avropayê bûye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, li ser vexwendina nûnera bilind ya karûbarên der û sîyaseta ewlehîyê ya Yekîtîya Avropayê Kaya Kalasê, beşdarî civîna konsêya wezîrên karên der yên Yekîtîya Avropayê bûye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye karên daxuyanî bela kirîye.
Niqaşê de, ku bi teştêya xebatê hatîye lidarxistin, cîgira serokê komîsîya Avropayê Kaya Kalasê û nûnera bilind ya karûbarên der û sîyaseta ewlehîyê ya Yekîtîya Avropayê Marta Kosê, wezîrên karên der û nûnerên welatên endam yên Yekîtîya Avropayê beşdar bûne.
Hevkarên Yekîtîya Avropayê ji bo hilbijartinên parlamêntîyê yên dêmokratîk yên li Ermenîstanê û serkeftina partîya “Peymana sîvîl” Mîrzoyan pîroz kirine.Piştgirîya Yekîtîya Avropayê û welatên endam yên wê ji bo pêkanîna domdar ya rojeva stratêjîk ya hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê û pabendbûna sîyasî ya ji bo pêşvebirina întêgrasîyona avropî hatîye tekez kirin.
Wezîr Mîrzoyan pêşketinên li Ermenîstanê û derdora wê di heyamên berê û piştî hilbijartinê de raber kirîye û tekez kirîye ku welatîyên Ermenistanê bi dengê xwe îradeya xwe ya ji bo jîyana di aşîtîyê de û parastina serxwebûn, serwêrî, bêvegerbûna rêformên dêmokratîk, rêya bijartî ya ber bi serfirazîyê û her weha xwestinên Ermenîstanê ji bo pêrspêktîvên avropî ji nû ve piştrast kirine.
Wezîr Mîrzoyan destnîşan kirîye ku ew rastî ku seredana yekem piştî hilbijartinan ji bo niqaşên bi Yekîtîya Avropayê re di vê formatê de, ku armanca wê kûrkirina hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropa ye, pêk tê, şedetîya pabendbûna herdu alîyan dide.
Li ser mêxanîzm û gavên gengaz ji bo zêdekirina danûstandina bazirganîya Ermenîstanê-Yekîtîya Avropayê, zêdekirina berxwedana aborî û ênêrjîyê ya Ermenîstanê danûstandina ramanan pêk hatîye. Wezîr Mîrzoyan piştgirîya ku heta niha ji alîyê Yekîtîya Avropayê û welatên endam ve di têkoşîna li dijî gefên hîbrîd û di cûrbecûrkirina têkilîyên aborî de hatîye dayîn, pir nirx daye. Lihevkirinek hatîye kirin ku hem bi hevkarîya çalak bi avahîyên Yekîtîya Avropayê û him jî bi dewletên Yekîtîya Avropayê yên ferdî re, xebata di vî warî de berdewam bike.







