Têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Rûsyayê di pêvajoya ji nû ve dîyarkirinê de ne: Sergêy Kopîrkîn

12 ê hezîranê li Yêrêvanê rêsêpsîyona pîrozbahîyê ya ji bo roja Rûsyayê hatîye lidarxistin.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda sifaretxana Rûsyayêye li Ermenîstanê daxuyanî weşandîye.
Tê kifşkirin ku serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan, cîgirê serokwezîr Mihêr Grîgoryan, wezîrê aborîyê Gêvorg Papoyan, wezîrê rêveberîya herêmî û binesazîyê Davît Xûdatyan û her wiha dîplomatên li Komara Ermenîstanê, nûnerên derdorên olî, giştî, çandî, zanistî û medyayê, leşkerên şerê Wetenîyêyî Mezin, endamên rêxistinên welatparêz û çalakvanên ciwanan beşdarî çalakîyê bûne.
Axaftina xwede, balyozê Fêdêrasîyona Rûsyayêyî li Komara Ermenîstanê Sergêy Kopyrkin destnîşan kirîye ku ev cejin rêya hezar salî ya Rûsyayê nîşan dide, ku tijî qehremanî, xebata fedakar, serkeftin û destkeftîyên mezin e.
Serokê mîsîya Rûsyayêye dîplomatîk tekez kirîye ku niha hevkarîya di navbera dewletan ya Ermenîstanê û Rûsyayê li ser bingeha dîyaloga sîyasî ya aram û rêzdar ya di asta here bilind de, formatên navbera hukumetan, navparlamênt û navwezîretan, têkilîyên navbera herêman û çarçoveya qanûnî ya zexm e.
Kopîrkîn gotîye:”Di heman demê de, eşkere ye ku têkilîyên me gihîştine qonaxeke ji nû ve fikirîn û xwe li gorî rastîyên cîhanî û herêmî yên guherbar diguncînin”.
Ewî her wiha amadebûna Moskvayê ji bo xebata hevbeş, avakar li ser bingeha mêxanîzmên dualî û piralî yên heyî, piştrast kirîye.







