H’emû nûçeSereke

Dengdan dubare nabe:opozîsyonê daxuyanî bela kirîye

Komîsîya hilbijartinaye navendî biryar daye ku biryara betalkirina encamên denga li 3 navendên dengdanê bandorê li encamên hilbijartinê nake, ji ber vê yekê dengdan ji nû ve nayê kirin.

Serokê navenda hilbijartinê Vahagin Hovakîmyan elam kirîye: “Komîsya hilbijartinaye navendî biryarê dide ku di dema amadekarî û dengdana hilbijartinên asayî yên  parlamênta Ermenîstanê ku di 7 ê hezîrana sala 2026 a hatine lidarxistin, tu binpêkirinên qanûna hilbijartinê ya Komara Ermenîstanê çênebûne ku dikarin bandorê li encamên hilbijartinê bikin”.

Hilbijartinên parlamêntîyê li Ermenistanê 7 ê hezîranê hatine lidarxistin.Li gorî daneyên destpêkê ji hemû 2005 navendên dengdanê yên komîsya hilbijartinê ya navendî, partiya “Peymana sîvîl” ya desthilatdar ya serokwezîr Nîkol Paşînyan 49.825 selefê deng wergirtîye. Bloka “Ermenîstana qewîn” ya karsaz Samvêl Karapetyan 23.281 selef û partiya “Ermenîstana pêşkeftî” ya serokkomarê berê Robêrt Kocharyan 9.934 selef wergirtîye. Partîya “Ermenîstana gulvedayî” ya karsaz Gagîk Sarukyan 3.996 selef wergirtîye û nekirbûye bikeve parlamêntê. Beşdarbûna hilbijartinê 58.97 selef bûye.

Hevpeymanîya partîyên “Ermenîstana bi hêz”, hevpeymanîya partîyên “Ermenîstan”, partîya “Ermenîstana gulvedayî”, partîya “Ermenîstana ronahî”, partîya “Kongra neteweyî ya ermenîya” û partîya “Stûna gel ya neteweyî” daxuyanîya hevbeş weşandine û tê de gotine ku “daneyên fermî yên li ser hilbijartinan hatine  raberkirin îradeya rastî ya gel û encamên rast yên hilbijartinan nîşan nadin”.Ew destnîşan dikin ku ew ê biryarê  li dadgeha Destûrî îtîraz bikin û dest bi têkoşîna kolanan bikin.

Hilbijartinên parlamêntîyê li Ermenistanê 7 ê hezîranê hatine lidarxistin.

Mandatên  parlamêntê wiha hatine belavkirin:

Partîya “Peymana sîvîl”- 61 mandat

Hevpeymanîya partîyan ya “Ermenîstana qewîn”-28 mandat

Hevpeymanîya partîyan ya “Ermenîstan”-12 mandat.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button