H’emû nûçeSereke

Em dixwazin Ermenîstan bibe navendeke pêbawer ku Avropayê, Kafkasîyayê, Asyaya Navîn û Rojhilata Navîn bi hev ve girêbide: cîgira wezîr

Cîgira wezîrê Ermenîstanêyî rêveberîya herêmî û binesazîyê Krîstînê Xalêçyan beşdarî çalakîya asta bilind ya li Bryûsêlê bûye ku ji bo destpêkirina “Platforma rojeva girêdanê” ya ji alîyê Yekîtîya Avropayê ve hatibû destpêkirin, hatibû lidarxistin, ku şandên ji Ermenîstanê, Tirkîyayê, Ûkraînayê, Moldovayê, Qazaxistanê, Tirkmênistanê, Tacîkistanê, Ûzbêkîstanê û Qirqizistanê û her wiha nûnerên sazîyên darayî yên navneteweyî û komîsîya Avropayê beşdar bûne. News.am ji wezîreta Ermenîstanêye rêveberîya herêmî û binesazîyê  derbarê vê yekê de agahdar bûye.

Ev platform ji bo qewînkirina ajandaya girêdanê di navbera welatên Kafkasîya Başûr, herêma behra Reş, Tirkîyayê û Asyaya Navîn û ji bo pêşvebirina ajandaya girêdana navherêmî di çarçoveya stratêjîya “Derîyên cîhanî” yên Yekîtîya Avropayê de hatîye efirandin.

Di çarçoveya konfêransê de, cîgira wezîrê geşepêdan û hevkarîya herêmî li ser mijara “Rojeva girêdana navherêmî: derfet û zehmetî di sêktorên veguhastinê, ênêrjîyê û dîjîtal de” wek axaftvan beşdar bûbû.

Xalêçyanê tekez kirîye ku ji bo Ermenîstanê, girêdan ne tenê pêşxistina binesazîyê ye. Ermenîstan wê wek amûreke girîng ji bo mîsogerkirina gihîştina aborî, hevkarîya herêmî û îstîqirarê dibîne. “Nava pênc salên pêş de, pêşînîyên me li ser sê warên bi hev ve girêdayî ne: veguhastin, ênêrjî û girêdana dîjîtal. Armanca me ya sereke di sêktora veguhastinê de vejandin û pêşxistina ragîhandinên herêmî di çarçoveya înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” de ye. Em dixwazin Ermenîstan bibe navendeke pêbawer û bikêrhatî ku Avropaye, Kafkasîya Başûr, Asyaya Navîn û Rojhilata Navîn bi hev ve girêbide”,- cîgira wezîrê veguhastin û ragîhandinê tekez kirîye.

Xalêçyanê her wiha behsa çareserîyên dîjîtal di sêktora veguhastinê de û hewldanên Ermenîstanê yên ji bo şekildana pergaleke ênêrjîyê ya kesk û domdar di sêktora ênêrjîyê de kirîye.

“Bi tevahî, vîzyona Ermenîstanê ew e ku herêmeke vekirî, ewle û bi hev ve girêdayî biefirîne, ku tê de veguhastin, ênêrjî û torên dîjîtal ne tenê welatan bi hev ve girêdidin, lê di heman demê de derfetên nû yên aborî jî diefirînin û beşdarî aşîtî û aramîya demdirêj dibin. Di vê mantîqê de ye ku em destpêşxerîya “Xaçerêya aşîtîyê” wek platformeke pratîkî ji bo pêşxistina hevkarîya herêmî û girêdanê dibînin”,- Krîstînê Xalêçyanê tekez kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button