Karmendê karûbarên Dewletên Yekbûyî Dêyvîd Alên serdana Syûnîkê kirîye da ku li ser bernameyên ku bi hevkarîya ermenî-amêrîkî têne pêkanîn û derfetên berfirehkirina wan agahdar bibe.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda di vîdyoya ku li ser rûpela Facebook ê ya balyozxana Dewletên Yekbûyîye li Ermenîstanê hatîye weşandin, hatîye gotin ku Dêyvîd Alên serdana xwe ya herêma Syûnîkêyî bajarên Kapanê, Gorîsê û Mêxirîyê de nirxandin kirîye.
Berpirsê karûbarên amêrîkîyî li Ermenîstanê, spasîya xwe ji bo pêşwazîya germ ya li Syûnîkê anîye ziman û gotîye: “Di vê serdanê de, gelek warên hevkarîya Ermenîstan-amêrîkî hatine niqaşkirin, ji perwerdehîyê bigire heya parastina mîrata çandî, hevkarîya ênêrjîyê û pêşkeftina aborî. Bi hev re, em ji bo herdu welatên xwe pêşerojek geş ava dikin”.
Li gorî wî, di çarçoveya serdanê de, ewî serdana Kapanê, Gorîsê û Mêxirîyê kirîye da ku li ser hevkarîya berfireh ya di navbera Dewletên Yekbûyî û Ermenîstanê de di vî warî de biaxive. Berî ku derbazî civînên karsazîyê bibe, berpirsê karûbarên Dewletên Yekbûyî serdana komplêksa dêra Tatêvê û navenda amêrîkî ya Kapanê kirîye, ku bûye rawestgeha din ya pêşangeha “Mûzêya damezrîneran” ya ku ji bo salvegera serxwebûna Dewletên Yekbûyîye 250 emîn hatîye veqetandin.
Dêyvîd Alên gotîye: “Her wiha me derfet dît ku em li vir bi ciwanên herêmî re biaxivin. Ez bi xwendikarên ku beşdarî bernameya zimanê îngilîzî ya ACCESS ê li dibistana hejmare 2 aye li Mêxirîyê dibin, hevdîtin pêk anî û min fêm kir ku zanîna îngilîzî çawa alîkarîya wan dike ku bawerî û jêhatîyên ku ji bo pêşerojê hewce ne bi dest bixin. Min serdana herêma sînor jî kir û bi nûnerên komîtêya dahata dewletê û hêzên parastina sînor yên Ermenîstanê re civîyam da ku bêtir li ser karê wan û pêvajoya hevkarîya me fêr bibim”.
Li Gorîsê, ewî serdana ofîsa hevaltîya amêrîkî «Kontûr Global» ê kirîye, li wir mijarên ênêrjîyê û hevkarîya gengaz hatine niqaşkirin.
Li Gorîsê, her wiha hevdîtin bi dilxwazên koma “Koma aşîtîyê”, malbatên wan yên mêvandar, mezûnên bernameya FLÊKS ê û nûnerên civaka sîvîl yên ku li gelek civakên Syûnîkê înîsîyatîvan pêk tînin hatine lidarxistin.







