H’emû nûçeSereke

Komîsara  Avropayê Marta Kosê navên welatên ku wê di dema wezîfeya

Komîsara berfirehkirinê Avropayê bawerîya xwe anîye ziman ku berfirehkirina Yekîtîya  Avropayê wê di dema wezîfeya wî de pêk bê, lê hejmara rast ya welatên endam yên nû hîn nehatîye destnîşankirin.

Li gorî raporta “Yêvropêyskaya pravda” yê, derheqa wê yekêda ewê di dema niqaşa li konfêransa li ser ji nû ve avakirina Ûkraînayê li Gdanskê, dîyar kirîye.

Li gorî Kosê, ew dikare bi bawarî li ser endametîya Çêrnogorîyayê di dema wezîfeya xwe ya berfirehkirinê de, ku wê di sala 2029 a de biqede, biaxive.

“Ez dikarim bêjim ku Çêrnogorya wê di dema wezîfeya min de bibe endama din. Û heger Îslandya vegere mijara endametîyê û welatî di rêfêrandûma tebaxê de piştgirîya wê bikin, ez ê ji vê yekê jî kêfxweş bibim”,- ewê gotîye.

Komîsara  Avropayê her wiha pêşketina girîng ya Albanîyayê destnîşan kirîye û tekez kirîye ku welat ji niha ve dest bi girtina beşên danûstandinan dike.

Kosê gotîye: “Ji ber vê yekê niha pêvajoya berfirehkirinê ji 15 salên dawî zûtir pêşve diçe”.

Di heman demê de, ewê tekez kirîye ku lezandina danûstandinan bi şerê berfireh yê li Ûkraînayê ve girêdayî ye.

Komîsara  Avropayê destnîşan kirîye ku “Divê em qebûl bikin ku şerê li Ûkraînayê bûye sedema lezandina vê pêvajoyê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button