Ûrsûla fon dêr Layên wê serdana Ermenîstanê bike: rojevêda hinardekirina berhemên çandinîyê yên Ermenîstanê bo bazarên Yekîtîya Avropayê wê yek ji mijarên girîng be

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan raportên berê yên ku seroka komîsîya Avropayê Ûrsûla fon dêr Layên wê di demeke nêzîk de serdana Ermenîstanê bike, piştrast kirîye.
Bê bîrxistin ku Politico ê ragîhandibû ku seroka komîsîya Avropayê plan dike ku di destpêka tîrmehê de serdana Ermenîstanê bike.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, piştî civîna li hukumetê civîna bi rojnamevanan re, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragîhandibû ku yek ji mijarên girîng yên di rojeva serdana seroka komîsîya Avropayê Ûrsûla fon dêr Layênê ya ji bo Yêrêvanê wê hêsankirina ketina berhemên çandinîyê yên Ermenîstanê bo bazara Yekîtîya Avropayê be.
Paşînyan destnîşan kirîye ku “Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan vê dawîyê beşdarî civîna konsêya wezîrên Yekîtîya Avropayêye karên dere li Bryûsêlê bûye, di encamê de pêşşert ji bo efirandina derfetên nû di vî warî de hatine efirandin. Îhtîmalek heye ku Ermenîstan di vî warî de derfetên awarte bi dest bixe. Ez hêvî dikim ku em ê bi seroka komîsyona Avropayê re projeya têkildar temam bikin û di serdana wê ya Yêrêvanê de em ê li ser vê yekê daxuyanîyeke hevbeş bidin”.
Serokwezîr li ser perspêktîfên hevkarîya herêmî sekinîye û tekez kirîye ku Ermenîstan bê guman wê di çarçoveya projeya TRIPP ê de bikeve nav bernameyên herêmî.
Serokwezîr gotîye: “Dem hatîye ku welatên Başûrê Kafkasîyayê li herêmê wek qadeke hevpar bifikirin, ku gelek berjewendîyên hevpar lê hene. Bê guman, her welatek xwedî berjewendî û vîzyona xwe ya neteweyî ye, lê ez difikirim ku em bi rêzeke berfireh ya berjewendiyên hevpar ve girêdayî ne û divê em di wî alî de xebata xwe bidomînin”.







