
Nîkol Paşînyan ragîhandîye ku di civîna desteya “Peymana sîvîl” de Rûbên Rûbînyan wek namzedê serokê parlamêntê hatîye hilbijartin.
Paşînyan ragîhandibû ku wê di “Peymana sîvîl” de civîn bê lidarxistin, ku tê de yek ji namzedên ku ji bo qulixa serokê Ermenîstanê hatine destnîşankirin wê bi dengdana veşartî bê hilbijartin. Navên 3 namzedên ku ji bo qulixa serokê Ermenîstanê pêşbazîyê dikin di çapemenîyê de belav bûne: Alên Simonyan, Rûbên Rûbînyan û Hayk Koncoryan.
Hilbijartina serokê parlamêntê di rûniştina yekem ya parlamênta nû hilbijartî de tê organîzasîyakirin, hemû fraksîya dikarin namzetekê pêşnîyar bikin. Serokê parlamênê bi dengdana veşartî û bi piranîya dengên giştî yên parlamêntaran tê hilbijartin û sê cîgirên wî hene, ku yek ji wan ji opozîsîyonê ye.
Encama hilbijartinên 7 ê hezîranê de, blokên partîya “Ermenîstana bi hêz” û “Ermenîstan” ketine parlamêntê.







