CîhanSereke

Berne’mên werguhastinên sîstêma meh’kemêye li Ermenîstanê bona pêşer’oja welêt girîngin: Svîtalskî

Serokê dêlêgasîya Yektîya Avropaêye li Ermenîstanê Pyotr Svîtalskî xebata wezîrê Ermenîstanêyî e’daletê R’ûstam Badasyan û k’oma wî, girêdayî werguhastinên meh’kemêr’a, bilind qîmet kirîye.Wextê hevp’eyîna t’evî r’adîostansîya “Aza”-ê Svîtalskî gotîye,wekî ew çi ku tê mîyaserkirinê bona pêşer’oja welêt girînge. “ Yektîya Avropayê hazire piştgirîya fînansî bide  Ermenîstanê, bona ku berne’mên h’ukumatêye werguhstina bêne mîyaserkirinê. Werguhastinên nava e’daletêda him bona êkonomîkayê û him jî bona învêstîsîyaên der girîngin. Ew yek bona şuxulk’arîyên dêmokratîk, yên mînanî hilbijartinên aza, p’arastina mafên welatîya girînge”,-Svîtalskî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button