Yektîya Niştîmanên K’urdistanê bang dike ku wextê hilbijartinên li provînsîya e’ynîya k’urd bibe yek
Yektîya Niştîmanên K’urdistanê bang dike ku wextê hilbijartinên li provînsîya e’ynîya k’urd bibe yek.Gilî derheqa hilbijartinên sala mayîndanin.Yektîya Niştîmana bi sedirtîya k’atibê partîyaê Kostrat R’esûl civîna xwe derbaz kirîye. Wextê civînê xeberdan derheqa qewimandinên sîyasîye van axirîyaye li Îraqê û li K’urdistanê çûye. Hatîye dîyarkirinê,wekî ji wan qewimandina yek jî hema qayîlîya sîyasîye di navbera partîya K’urdistanêye Dêmokratîk û Yektîya Niştîmanên K’urdistanêdane, ya ku bona sazkirina kabînêta h’ukumatêye nû bû. Em bêjin,wekî hilbijartinên li provînsîya wê yekê nîsana sala 2O2O-î derbazbin û bo wê yekê jî hatîye dîyarkirinê,wekî partîyaên k’urdaye sîyasî gerekê bibin yek û li neh’îyên hevr’aqayîlnekirî e’nîya yekbûyî sazkin.