Li bajar’ê Almnîyaêyî Hêrnê di navbera t’evbûên protêstokirina dijî opêrasîona leşkerîye ku Enqerê li Sûrîyaê destpê kirîye û t’irkên ku li qawexana t’irka qesidîbûn, p’evçûyî qewimîye.Zyana matêrîyalîye mezin gihîştîye qawexanê, pênc meriv jî birîndar bûne.Em bêjin,wekî li wî bajar’î k’urda ak’sîya protêstokirinê destpê kiribû, wextê k’îjanê nêzîkî 35O-î merivî berev bûne û p’ir’anîya wana k’urd bûne. Çawa ku polîsîyaê r’agîhandîye t’evbûên protêstokirinê k’etine qawexana t’irka û paşê p’evçûyîn destpê bûye. Polîsîyaê îş vekirîye, lê li hev nehatîye t’u k’esî bigrin.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close