Asosîyasîya Anatolîyayê piştgirîya bo wan malbeta, endamên k’îjana unda bûne, e’lmetî belav kirîye ya ku derheqa girtîyên Îmralîyê û h’ebsên mayînda bûye.Wextê prêss-konfêransa derbazbûyî sedirê asosîyasîyaê Sult’an Karasû bîr anîye,wekî qanûna nû li ser girtîyên sîyasî belav nabe û serda zêde kirîye,wekî ev prînsîp dijî qanûna û wekehevtîyêye.Ewî derheqa h’alê E’bdûla Ocelanda xeberdaye û gotîye,wekî t’endurustîya Ocalan li cem civakê h’ewask’arîya mezin pêşda tîne.Karasû bangî h’ukumatê kirîye, ku îzinê bidine advokata û endamên malbetên girtîya ku ew qesta wan bikin.Ewî usa jî bîr anîye,wekî gelek xebatk’arên prêssyaê, h’iqûqzan, şikilk’êş, parlamêntvan û serokbajar’ niha h’ebsadanin. “Miqxabin, em zanin,wekî ev nexweşî mirinê pêşda tîne û ewê bighîje girtîya jî.Em gerekê h’ebsa werguhêzî byûroya îşên mirîya nekin”,-Karasû gotîye.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close