SerekeSîyasî

Îraq û ŞAY wê grafîka konkrêt gotûbêj bikin bona derxistina eskerên amêrîkî

Îraq û ŞAY wê meha h’ezîranê pirsa derxistina leşkerên amêrîkîye ji Îraqê gotûbêj bikin. Derheqa wê yekêda wek’îlê eskerê Îraqêyî r’esmî, gênêral E’bdil K’erîm Xelef gotîye. “Beg’da û Waşîngton wextê hevr’axeberdanên meha h’ezîranê wê grafîka derxistina eskerê ŞAY-ye ji Îraqê gotûbêj bikin”,-gênêralê îraqî gotîye.Bi gotina wî ev qirar wextê r’asthatinên amêrîkîya û îraqîya hatîye qebûlkirinê. Gênêralê îraqî daye dîyarkirinê,wekî piştî derxistina eskerê amêrîkî jî hevk’arîya di navbera Îraqê û ŞAY-da ya nava ç’areserkirina bêqezîyabûnêda wê berdewambe. “P’êşekzanên amêrîkî wê piştî derxistina eskerê xwe dîsa hazirkirina kadrên îraqîye leşkerîva mijûlbin”,-wek’îlê fermandarîya eskerê Îraqê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button