Bi dîyarkirina wê yekê, wekî xirabk’arîyên t’irkaye li E’frînê dijî norm û qanûnên navnet’ewîne, jinên neh’îya Qamişloyêye T’êl-Barakê bang kirine, ku neheqa bona xirabk’arîyên li E’frînê li ber cabdarîyê bidine sekinandinê. Îro bi deha jinên ji neh’îya T’êl-Barakê nêzîkî ofîsa Kongira “St’ar”-ê bi e’lametîya xweva pêşda hatine girêdayî wan xirabk’arîyar’a, yên ku li E’frînê dijî jina ji alîyê k’irêkirîyên t’irkada tên mîyaserkirinê. Nava e’lametîyêda hatîye gotinê, wekî ji destpêka okûpasîyakirina E’frînê çi ku ji alîyê k’irêkirîyên t’irkada tê kirinê, dijî normên navnet’ewîne.Hatîye gotinê,wekî wextê p’evçûyînên wana, yên k’irêkirîyên t’irka, binelîyên e’dil jî tên kuştinê û jin jî tên girtinê.
Gotarên eynî
Navenda hiqûqê ya Ermenîstanê ji bo sepandina “Cezayên Magnîskîye global” li dijî 40 î zêdetir rayedarên Adirbêcanê erza fermî raber kir
06.05.2024, 17:39
Wezîrê darayî û serokê banka pêşketinê ya Asyayê li ser mijarên hevkarîyên heyî yên bi Ermenistanê re axivîn
06.05.2024, 16:45
Nêzîkbûna têkilîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê ne li dijî Îranê ye: zanyarê sîyasî
06.05.2024, 15:50