Êvara r’oja şemîyê avîsîya t’irkaye leşkerî careke mayîn derb gîhandine neh’îyên nêzîkî bajar’ê K’urdistanêyî Zaxoyê.Zervan Mûsayê berpirsîyarê neh’îyê gotîye,wekî r’ûê wan bombebarandinada t’evlîhevbûn k’etîye nava binelîyên e’dil.Zyana matrîyalî gihîştîye dor-bera.Em bêjin,wekî neh’îyên K’urdistanêye li ser sînor nava van şeş r’ojên dawîda ji alîyê t’irka û îranîyada hatine bombebarandinê û zyaneke matêrîalîye mezin dîtine. Ji duşema derbazbûyî r’ûê wê yekêda pênc binelîyên e’dil hatine kuştinê. R’oja şemîyê bi seda binelîyên e’dile li Şîlazê protêstokirinên xwe dijî bombebarandinên teyarên t’irka destpê kirine.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close