SerekeSîyasî

T’irk’îya hêzên zêde dişîne Sûrîyayê

R’oja şemîyê T’irk’îyayê hêzên zêde şandine neh’îyên Sûrîyayê.Nava cêrga avtomaşînên t’irkada têxnîka leşkerî, ya zirih’kirî, avtomaşînên barbir dergehê sînorr’a derbazî Sûrîyayê bûne. Ji r’oja qayîlnivîsara îmzekirî, ya derheqa agirbestêda hejmara eskerê t’irka gihîştibû 4265 merivî.Bi seda leşkerên t’irka niha k’etine herêmê.Derheqa wê yekêda k’oma brîtanîye monîtorîngê e’lam kirîye.Anegorî me’lûmetîyên van axirîya stendî, ji destpêka meha sibatêda 76OO avtomaşînên t’irkaye barbir dîsa çûne Sûrîyayê û 11 h’ezar leşkerên t’irka li Sûrîyayê zêde bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button