T’irk’îyayê bombebarandinên neh’îyên sînorên K’urdistana Îraqê nava doranên opêrasîyona dijî partîzanên PKK-ê berdewam dike. Gulebarandin û t’opbarandinên dawî li dor-berên gundên K’urdistanê agirpêk’etinên berfire pêşda anîne. Hatîye r’agîhandinê, wekî artîlêrîya t’irka gundê Stavlanê daye ber t’opa, êp’êce e’rdê wê şewitandîye. Agir usa jî zyan daye 21 fêrmêra. R’ûê van opêrasyîonên T’irk’îyayêda îdî neh binelîyên e’dil hatine kuştinê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close