H’emû nûçeSereke

Çar h’elîk’op’t’êr, 15 diron, deh tank: zirara hêzên azêrîya mezine

Wezîreta Arsaxêye p’arastinê r’agîhandîye, wekî ji alîyê hêzên Arsaxêda çar h’elîk’op’t’êrên azêrîya, 15 diron, deh tank û avtomaşîna zirih’kirî xistine.Hêzên Adirbêcanêye sîlih’kirî 27-ê îlonê, seh’eta h’evta derbaz 15 deqe agrêsîya dijî K’omara Arsaxê destpê kirîye.Derbên artîlêrîyayê gîhandine t’abîyên Arsaxêye sîlih’kirî, cî û warên p’areskera û gundên nêzîkî sînor.Aparatên bêpîlot jî hatine xebitandinê”,- nava e’lametîyêda hatîye gotinê.Hatîye r’agîhandinê, wekî piştî wê yekê esker, bi tanka û têxnîka zirih’kirî, li alîyên bakûr, başûr û başûr-r’ohilatê êrîş destpê kirine.Niha li wan alîya şer’ên xwep’arastinê diqewimin û bi wê yekê pêşîya dijmin didine girtinê. Alîyê azêrîya zyana meriva û têxnîkayêye mezin k’etîye.Zyana eskerê Arsaxê niha tê r’astkirinê. Em bîr bînin, wekî îro şebeqê zû , Adirbêcanê êrîşa leşkerîye berfire bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye. Li Arsaxê û Ermenîstanê mobîlîzasîya berfire destpê bûye. E’yane, wekî r’ûê agirkirinada li Martûnîyê jinek û zar’okek hatine kuştinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button