Forbes-ê gotarek derheqa şerabçêkirina li Ermenîstanê belav kirîye û daye dîyarkirinê ku dijwarîyên çi cûreyî pêşîya şerabçêkirên li Ermenstanê hene, bi taybetî li wan nehîya, yên ku li ser sînorê tevî Adirbêcanêne.Xudana gotarê Katêrîn Todê derheqa gundê qeza Tavûşêyî Bêrdavanêda nivîsîye.Ewê daye dîyarkirinê wekî bona şerabçêkirên li wî gundî dijwarî hene, çimkî wextê berevkirina rez ew ji gulebarandina ditirsin.Hatîye gotinê, wekî şerabçêkirên ermenî gelek dijwarî alt kirine, hêna Sovyêtêda rastî rêprêsîya hatine, lê piştî hilweşîna Yektîya Sovyêtê, niha ketine nava zona konflîktê, li kîderê wextê berevkirina ekin her dem meriv dikarin bêne kuştinê.Xudana gotarê usa jî bîr tîne, wekî li Vayos Zorê arxêologa cîhê çêkirina şerabêye kevinar dîtine.Anegorî wan cîha tê dîyarkirinê, wekî ew 6OOO sal pêşda bûye. Ew cîh li şikeftêye, navê kîjanê «Arênî 1»-e.
Gotarên eynî
Navenda hiqûqê ya Ermenîstanê ji bo sepandina “Cezayên Magnîskîye global” li dijî 40 î zêdetir rayedarên Adirbêcanê erza fermî raber kir
06.05.2024, 17:39
Wezîrê darayî û serokê banka pêşketinê ya Asyayê li ser mijarên hevkarîyên heyî yên bi Ermenistanê re axivîn
06.05.2024, 16:45
Nêzîkbûna têkilîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê ne li dijî Îranê ye: zanyarê sîyasî
06.05.2024, 15:50
Herwiha kontr’ol bike
Close