Sereke

Kirkûk: nava encamên du êrîşên DAÎŞ-ê da 15 leşkerên îraqî hatine kuştinê

Êvara şemîyê çekdarên DAÎŞ-ê du cara êrîş birine li ser leşkerên îraqîye li provînsîya Kirkûkê, û wî çaxî here kêm 15 leşker hatine kuştinê.Wextê êrîşa ewlin, ya li nehîya Reşadê,  hatibû dîyarkirinê, wekî 12 leşker hatibûne kuştinê, lê sisê jî birîndar bibûn.

Li cîhekî mayîn, nêzîkî Maxmûrê, çekdara dîsa êrîş kirine û li wir jî sê leşkerên îraqî kuştine.

Nenihêrî wê yekê, wekî Îraqê derheqa tunekirina DAÎŞ-ê da sala 2O17-a elam kiribû, koma têrorîstî dîsa li bakûr û rojavayê welêt êrîşa berdewam dike.

Niha Hewlêr û Begda li ser wê yekê dixebitin, ku pareskerên tevayî sazkin, yên ku wê cabdarîya bêqezîyabûna li nehîyên hevraqayîlnekirî hildine ser xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button