H’emû nûçeSereke

Armên Grîgoryan derheqa pêşnîyarên alîyê ermenîyada raber kirîye, kîjan alîyê ermenî dane Bekûyê

Sêkrêtarê Şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan melûmetî derheqa pêşnîyarên alîyê ermenîda raber kirine, kîjan şandine Bekûyêra. Ewî gotîye, wekî ew pêşnîyar derheqa halê li ser sînordanin.

“Gilî derheqa wê yekêdane, ku eskera paşda bikişînin, bi dirêjaya sînor eskerên sînorxweykir cîhwarkin, bi hesabhildana xerîta  Yekîtîya Sovyêtê.Gilî usa jî derheqa sazkirina qewilên milahîmdane, bi saya  kîjana emê bikaribin şuxulkarîya dîyarkirina sînora destpêkin”,-Armên Grîgoryan gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî pêşnîyarên alîyê ermenî bi cûrê nivîsar raberî Bekûyê kirine û hetanî niha bersiva wê yekê tune.

“Ne ku bi cîhwarkirina eskerê li ser sînore niha em şuxulkarîyê destpê dikin, lê nava hîmê wê yekêda gerekê xerîta Yekîtîya Sovyêtê hebe û esker paşda vekişin. Heger sînor bêne dîyarkirinê, tu gundek, tu têrîtorîyake Ermenîstanê nikare nava zona nêytralda bimîne”,-Armên Grîgoryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button