H’emû nûçeSereke

Mafên ermenîyên Arsaxê û pirsa statûsa Qerebagê bona me pirsên prînsîpîne: wezîrê karên der

Mafên ermenîyên Arsaxê û pirsa statûsa Qerebagê bona me pirsên  prînsîpîne. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wextê civîna komîsîya parlamêntêye pêwandîyên der gotîye.

Armên Rûstamyanê parlamêntvanê ji frakîsîya “Ermenîstan” pirs daye ku gelo wezîr dikare zelal bêje ku Ermenîstan çi cûreyî ketîye nava hevraxeberdana: bi hesabhilnedana statûsa Arsaxêye nava Adirbêcanêda, dasekinandina borcdarîya Ermenîstanêye bona mîyaserkirina mafê xweqirarbûna cimeta Arsaxê.

Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî partîya “Peymana sîvîl”, çawa partîya û çawa hukumat, derheqa wan pirsada bi fikirên xweva pêşda hatîye û ew fikir li ser çêkirina aşîtîya li herêmê hatine lengerekirinê.

“Rênîşa hukumata me ewe, ku em li herêmê aşîtîyê çêkin. Beşeke wê prosêsê jî ewe, ku dora pirsgirêka Qerebagê hevraxeberdanên edil destpêkin, dora peymana aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda xeberdin û paşê wê yekê morkin. Mafên ermenîyên Arsaxê û pirsa statûsa Qerebagê bona me pirsên  prînsîpîne”,- wezîrê karên der gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button