Wê îdara nû, ya dijî cesûsîyê bê sazkirinê
Li Ermenîstanê wê îdara nû, ya dijî cesûsîyê bê sazkirinê, ya ku wê bin bandora serokwezîrdabe.Hukmata Ermenîstanê qanûna derheqa wê yekêda gotûbêj kirîye.
Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî edaletê Grîgor Mînasyan gotîye, wekî li wezîreta parastinê û îdara ewlehkarîya miletîyê, beşên ku şuxulkarîya wî cûreyî dikir hene û ew çawa cûrê qulixa leşkerî tên hesabê. Feqet niha wê cûrê qulixdarîya dewletêye nû sazbe, ya ku wê ya leşkerî nîbe: “Mecalê hebe, ku organa nû bi qulixçîyên civakîye mayînva razîkin, yên ku wê bi cêribandin, zanebûn û profêsîyonalîzma xwe piştgirîyê bidine wê qulixdarîyê”.
Nîkol Paşînyanê serokwezîr jî gotîye, wekî mêtodên cesûsîya der tên guhartinê û ew yek girînge, wekî Ermenîstan li gorî qewilên roja îroyîn karebûnên xwe pêşda bibin.