H’emû nûçeSereke

Li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê wê kontrolkirinên pasporta, gumirikê û yên cûrên mayîn bêne mîyaserkirinê, kîjan li ser sînorên navneteweyî hene: Ovêrçûk

Hevdîtina cîgirên serokwezîrên Fêdêrasîya Rûsîyayê, Adirbêcanê û Ermenîstanê, ya bona gotûbêjkirina pirsên vekirina rêyên Qafqasîyayêye transportê wê pêşeroja nêzîkda pêk bê.Derheqa wê yekêda cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk gotîye.

Ewî bi hûrgilî daye dîyarkirinê,wekî wextê hevdîtinê pirsên têknîkîye derheqa prosêsên li ser sînorên Adirbêcanê û  Ermenîstanê wê bêne gotûbêjkirinê. “Li  ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê wê kontrolkirinên pasporta, gumirikê û yên cûrên mayîn bêne mîyaserkirinê, kîjan li ser sînorên navneteweyî hene”,-Ovêrçûk gotîye.

Ewî usa jî daye dîyarkirinê,wekî alî nêzîkî wê yekêne, ku dikarin rêyên hesinî, yên di navbera nehîyên Adirbêcanêye rojavayê û Nexçêvanêda bidine dasekinandinê.

“Ermenîstan jî mecalê distîne ku nava Adirbêcanêra derkeve berbi Rûsîyayê, welatên Yekîtîya Avropayê û Îranê”,- Ovêrçûk gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button