H’emû nûçeSereke

Alên Sîmonyan derheqa pirsgirêkên hûmanîtarîye li Qerebagê raberî Alîşa Kêrinsê kirîye

Dêlêgasîya bi serkarîya serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan rastî seroka komîsîya parlamênta Brîtanîyayê, ya pêwandîyên der Alîşa Kêrinsê hatîye.

Wextê hevdîtinê  xeberdan derheqa mecalên destpêkirina hevkarîya di navbera komîsîyayên parlamêntada çûye.

Wextê hevdîtinê hatîye dîyarkirinê, wekî pêwîste ku mîsîya navneteweyî bişînine korîdora Laçînê.

Bi axaftina derheqa ewlehkarî û aşîtîya li herêmê, Alên Sîmonyan bi hîvîkirina alîyê brîtanî, derheqa pirsgirêkên rûyê krîzeya li korîdora Laçînê raber kirîye.Xeberdan usa jî derheqa agrêsîya Adirbêcanêye dijî yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê çûye.

Alîşa Kêrinsê daye dîyarkirinê, wekî ewê zûtirekê here Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û ewê li wir, wextê hevdîtinên xweye fermî pirsên ewlehkarîyê gotûbêj bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button