SerekeSîyasî

Dîyarkirina k’atiba prêssayê

Ermenîstan h’elkirina pirsgirêka Qerebag’ê nava dorana h’emsedirtîya k’oma Mînskê û li ser h’îmê prînsîpên mafê navnet’ewî dibîne.Derheqa wê yekêda k’atiba prêssyaê, ya wezîreta Ermenîstanêye k’arên der Anna Nag’dalyanê gotîye. “Ji alîyê h’elkirina pirsgirêkêda t’abî û nêzîkbûnên me nava dokûmênta h’ukumatêda hatine dîyarkirinê, ya ku vekirîye û h’emû tişt têda hatine dîyarkirinê. Me r’aber kirîye,wekî bona me pirsên pêşin bêqezîyabûna Arsaxê û statûsa wêye û usa jî Arsax çawa alîkî nava de’w û dozê gerekê t’evî şuxulk’arîya e’dil bibe”,-Nag’dalyanê gotîye. K’atiba prêssayê daye dîyarkirinê,wekî h’alê sertî ji alîyê Adirbêcanêda sazkirî û propaganda dijî ermenîya wê îzinê nedin, ku hevr’axeberdan bi k’ardarî pêşda her’in.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button