Sîyasî

Koalîsîona bi serk’arîya ŞAY 15O-î avtomaşînên barbire barkirî gîhandîye qewatên Sûrîaêye Dêmokratîk

Koalîsîona bi serk’arîya ŞAY dîsa p’areke piştgirîya leşkerî şandîye qewatên Sûrîyaêye Dêmokratîr’a.Ew bar r’oja yekşemê gihîştîye destê qewatên Sûrîyaêye Dêmokrtîk, bona qewatkirina şer’k’arîya dijî têr’orîzmêye li bakûr-r’ohilatê Sûrîyaê.Merk’eza mafê mêrive li Londonê r’agîhandîye,wekî here kêm 15O-î avtomaşînên barkirî gihîştine cî.Anegorî h’esabên monitoringê, koalîsîona bi serk’arîya ŞAY, piştî e’lamkirina serk’eftina hindva DAÎŞ-da 275O-î avtomaşînên leşkerîye barbir, bi alîk’arîya leşkerî barkirî qewatên Sûrîyaêye Dêmokrtîr’a şandine.Ev piştgirî  piştî wê yekê hatîye şandinê, çawa ku  leşkerên amêrîkî û t’irka  kontrola t’evayî li zona bêqezîyabûnê derbaz kirine.T’irk’îya dixweze ku qewatên p’arastina gel ji wan neh’îya derk’evin, çimkî ew me’nîyê digre, ku t’ifaqdarên Waşîngtonêye k’urd bona bêqezîyabûna T’irk’îyaê qezîyane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button