H’emû nûçeSereke

Kongrêsmênên ŞAY nava dorana seredana li Ermenîstanê qirar kirine usa jî li Arsaxê biqesidin

Kongrêsmênên ŞAY Cêk’î Kançêlyan,Cûdî Çû û Frênk P’aloûn nava dorana seredana h’evtêkêye li Ermenîstanê qirar kirine usa jî li Arsaxê biqesidin. Derheqa wê yekêda Cûdî  Çûyê gotîye.Înîsîyatîva wê mehekê pêşda bi p’ir’anîya palata Wek’îla hatîye qebûlkirinê.Bona mîyaserkirina pêşnîyara R’oys Êngêl çar mîlîon dolar wê bêne başqekirinê.Bi wan p’era li ser xeta di navbera Adirbêcanê û Qerebag’êda wê têxnîka bê danînê, ya ku wê îzinê bide bibînin ku k’îjan alî r’êjîma agirbestê t’er’ibandîye.Cûdî Çû wê bicêr’ibîne usa jî alîk’arîya amêrîkîye şeş mîlîon dolara  bona Qerebag’ê bide ç’areserkirinê.H’îmdarê k’oma dostîya ermenîya-amêrîkîya Frênk P’aloûn gotîye,wekî seredana wan girînge, çimkî piştî şorişa li Ermenîstanê ya e’wline û me’nîk jî ewe,wekî k’oma wan dixweze piştgirîyê bide h’ukumat û parlamênta Ermenîtana nû. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button