H’emû nûçeSereke

Hevk’arîya Ermenîstan-Libnan berfire dibe

Pêrspêtîva hevk’arîya Ermenîstanê û Libnanêye p’arastinêye dualî heye. 2O-ê îlonê li avayê wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê Davît’ Tonoyan wextê prêss-konfêransa t’evî wezîrê Libnanêyî p’arastinê derheqa wê yekêda gotîye. Bi gotina wezîr, h’îmên hevk’arîya qewîn hene. Wextê seredana sala 2O18-ye nehê mijdarê, ya li Libnanê qayîlnivîsara di navbera Ermenîstanê û Libnanêda hatîye îmzekirinê, ya ku niha li herdu parlamêntada tê gotûbêjkirinê. Davît’ Tonoyan û Êlîyas Saabî h’alê hevk’arîyê û mecalên berfirekirinê gotûbêj  kirine. “Em p’evk’etine hevk’arîyê mîyaserkin. Prêspêktîvên goveka hevk’arîyê  h’esab dikin p’evguhar’tina cêr’ibandinê, t’e’lîmên t’evayî, p’erwerde û hazirkirin, p’evguhar’tina înformasîyaên ce’sûsî, yên nava h’alê krîzîsêdanin”,-wezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button