H’emû nûçeSîyasî

Adirbêcan naxweze, ku de’w û doza Qerebag’ê bê h’elkirinê:R’ûbînyan

Caba Îlham E’lîêve derheqa wê yekêda, ku cime’ta Qerebiag’ê t’une, careke mayîn dide k’ifşê,wekî himberî alîyên ermenî t’abîya Adirbêcanê ne ya çêkirinêye û bi t’eg’mîn ew naxweze pirsgirêkê h’elke. Derheqa wê yekêda sedirê komîsîya heleqetîyên der, ya parlamênta Ermenîstanê R’ûbên R’ûbînyan gotîye. “Serekwezîr Ermenîstanê e’lam kirîye,wekî de’w û doz dikare t’enê bi r’îya e’dil bê h’elkirinê û eger em dixwezin bighîjine wê yekê, pêwîste ku cime’ta Ermenîstanê, ya Arsaxê  û ya Adirbêcanê dora wê pirsê bi hevr’a qayîlbin. Bêyî qayîlîya alîya ew yek nikare bibe. Caba E’lîêv dide k’ifşê,wekî ew vê r’êzolyûsîyaê qebûl nake û naxweze de’w û doz bi r’îya e’dil bê qeydekirinê”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button