SerekeSîyasî

Organîzeya Net’ewên Yekbûyî bang kirîye, ku li Îraqê zordarîya bidine sekinandinê

Li Organîzeya Net’ewên Yekbûyî bangî t’evbûyên şikyatkirina h’ukumata Îraqê kirine, ku ji zordarîya paşda bisekinin.Wek’îla k’atibê organîzeyêyî serke Janîn Hênîs Plashartê e’lam kirîye,wekî li organîzeyê xemgînin, ku r’ûê wan protêstokirinada gelek meriv hatine kuştinê.Ewê bang kirîye, ku t’erka zordarîyê bidin, û neheqa gerekê li ber cabdarîyê bidine sekinandinê. Em bîr bînin,wekî yekê cotmehê li Beg’dayê protêstokirin destpê bûn, yên ku ne t’enê li p’ayt’extê Îraqê, lê provînsîyaên başqe jî berdewam kirin. T’evbûên protêstokirina de’wê ji h’ukumatê dikin, ku h’ukumat xebata xwe bide sekinandinê, h’alê jîyanê bide milahîmkirinê, pirsgirêkên nava goveka sag’lemîxweykirinê, xwendinê û sûka xebatêda h’elke.Ji r’oja înîyêda seroketîya Îraqê întêrnêta li welêt daye temirandinê.Pêşda digotin,wekî 65 meriv hatine kuştinê û nêzîkî du h’ezar merivî jî birîndar bûne, lê paşê r’eqema kuştîya gihîştîye sedî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button