H’emû nûçe
Loşê ermenî nava cêrga 5O-î nanên dinîyaêye here başdane: r’êportaja CNN-ê
Loşê ermenî k’etîye nava cêrga 5O-î nanên dinîyayê.CNN-ê got’arek belav kirîye, k’îjanêda 5O-î nanên dinîyayê hatine r’aberkirinê, nava navnîşêda nanê ermenî cîyê dudaye, “Armênprêss-ê r’agîhandîye.Xudanê got’arê prosêsa nanpe’tinê r’aber kirîye, û dide k’ifşê,wekî nava k’îjanêda alîk’arîya hevala lazime.“Wextê xwesî nan dêstda nêzîk dibe, e’cêvmayî nemînin. Nanê loş didine bûk û ze’vê, k’îjan berek’et û bextewarîyê dide k’ifşê.Wextê nanpe’tinê k’ulfet berev dibin, hevîr hazir dikin û dipêjin”,- xudanê got’arê daye k’ifşê.Nanê loş p’arç’ekî çanda ermenîye, ew k’etîye nava mîrat’a çanda YÛNÊSKO-ê.