SerekeSîyasî

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk r’ola K’urdistanêye nava pêşxistina yektîya di navbera k’urdaye li Sûrîyaê, silav dike

Fermandarê qewatên k’urdaye nava hêzên Sûrîya Dêmokratîkda Me’zlûm E’vdî r’ola Herêma K’urdistanêye nava hevk’arîya yekbûnêye li K’urdistana Sûrîyaê, bilind qîmet kirîye.Li ser r’ûp’elê T’wîttêrê ewî daye dîyarkirinê, wekî ce’dandinên bona îzbatkirina yektîya k’urdaye li R’ojavayê wê nava atmosifêra milahîmda berdewabin.Ewî gotîye,wekî nava r’ojên nêzîkda ewê xebata li ser wa gotî “qewînkirina aminayê” destpêkin. Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk gotîye,wekî r’ola Herêma K’urdistanêye nava pirsêda bilind tê qîmetkirinê û ew r’azalixîyê e’lam dikin.Lîdêrê k’urd û serokê K’urdistanêyî berê Me’sûd Barzanî r’oleke girîng nava hevr’axeberdanên e’dile di navbera lîdêrên k’urde li Sûrîyaê lîstîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button