SerekeSîyasî

Almanîya: derxistina qewatên koalîsîyon dikare DAÎŞ-ê bide qewînkirinê

Derxistina qewatên koalîsîyone bi serk’arîya ŞAY-ye ji Îraqê dikare k’oma DAÎŞ-ye têr’orîstî bide qewînkirinê û kirinên têr’orîstîye nû pêşda bîne. Derheqa wê yekêda wezîrê Almanîyaêyî karên der Hayko Maas e’lam kirîye. “Ew yek girînge, ku hevk’arên meye koalîsîyaê ce’dandinên t’evayî berdewamkin. Girêdayî wê pirsêr’a, em hevr’axeberdanên aktîv t’evî h’ukumata Îraqê derbaz dikin”,- ewî gotîye. “Derxistina eskerê koalîsîyaê wê bona DAÎŞ-ê r’ê veke ku ew kirinên têr’orîstîye nû mîyaserkin”,-Hayko Maas gotîye.Pêşda frak’sîyaên şih’îyaye li parlamênta Îraqê pêşnyar kirin, ku eskerên  bîyanîye li ser têrîtorîya welêt  gerekê bêne derxistinê, lê k’urd û sunî dengê xwe nedane wê pêşnîyarê. Peyî wê yekêr’a serokê Amêrîkayê Donald T’ramp gef xwerin, ku wê dijî Îraqê sanksîya pêşda bik’işîne. Şeşê meha çile fermandarê qewatên Îraqê E’bdilk’erîm Xalif e’lam kir,wekî seroketîya welêt  mêxanîzma derxistina qewatên başqeye li welêt hazir dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button