Serokk’omarê Ermenîstanê Armên Sargsyan li bajar’ê Şvêysarîyaêyî Davosê t’evî vekirina h’emcivîna êkonomîkîye h’emdinîyayî bûye, ya ku îsal bi sernavê “Boy yekbûna dinîyaê û qewînbûna wê” tê derbazkirinê.Nava şuxulk’arîya 5O-î salada r’asthatina Davosêye hersale bûye berevbûneke dinîyaêye h’ukumdare li ser dereca bilind, ya ku hersal serokên dewleta, h’ukumata, t’eşkîletên navnet’ewî, wek’îlên civaka bîznêsê û p’êşekzanên e’yan berev dike, bona ku pirsên global, r’êgîyonê û senayê gotûbêj bikin. Îsal ji sê h’ezara zêdetir t’evbûên forûmê hene, wextê k’îjanê nêzîkî 7OO merivî wê bi xeberdan pêşda bên.R’asthatin bi r’esmî ji alîyê h’îmdar û sedirê h’emcivînê Klaûs Şvabda hatîye vekirinê. Serokê Ermenîstanê jî t’evî belavkirina r’ewaye nava doranên h’emcivînêda bûye.Wî çaxî k’oma Yektîya Avropaêye cahila pêşda hatîye.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close