SerekeSîyasî

Serokê K’urdistanê li Davosê r’astî Donald T’ramp’ hatîye

Serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî li Davosê r’astî serokê ŞAY Donald T’ramp’ hatîye.R’asthatin nava doranên forûma h’emdinîyaêye êkonomîkîda derbaz bûye, ya ku nêzîkî 4O deqeyî k’işandîye.Barzanî û T’ramp’ pirsên herêmê û yên dualîye di navbera Hewilêrê û Waşîngtonêda  gotûbêj kirine. R’ojekê pêşda Nêç’îrvan Barzanî r’astî lîdêrên h’emdinîyaêye mayîn û nevsên derecebilinde başqe hatibû, nava wanda serokê Ermenîstanê, wezîrên Şvêdîyaê û T’irk’îyaêye k’arên der û usa jî lîdêrên Yektîya Avropayê.T’rampê serok xeberdan bi wê yekêva destpê kirîye, ku gelekî başe wekî bi k’utasî ew r’astî serokê k’urd hatîye. “Me zûva dixwest hev bidîta. Em t’evayî gelekî baş dixebitin”,- Donald T’ramp’ gotîye.Donald T’ramp’ bi kurtayî derheqa h’alê li Sûrîyaê xeberdaye, bi t’aybetî derheqa  h’alê piştî opêrasîyona T’irk’îyaêye dijî hêzên Sûrîya Dêmokratîk. “Hûn çawa zanin, em ji sînorê Sûrîyaê dûrk’etin û ev yek t’evî T’irk’îyaê qewimî.Wa gotî zona wane bêqezîyabûnê heye”,-T’ramp’ gotîye û r’azalixî e’lamî Barzanî kirîye, gotîye wekî ji alîyê  k’urdada h’emû tişt hatîye kirinê ku bêqezîyabûn bê xweykirinê. “ Lê hûn zanin,wekî nefta me heye, me leşker bona neftê hiştine û em li ser wê pirsê dixebitin”,- T’ramp’ serda zêde kirîye.Bi r’astî  ŞAY pêşda qirar kiribû, ku eskerên xwe ji Sûrîyaê derxe, lê paşê ew qirar guhar’t û nêzîkî 6OO leşkerî bona p’arastina bîrên neftê hiştine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button