SerekeSîyasî

Sedir: bona merivên bîyanî li Îraqê cî t’une

Lîdêrê şih’îyayî e’yan Mûktada As Sedir careke mayîn dijî eskerên bîyanîye li Îraqê pêşda hatîye.Sedir gotîye,wekî bona bîyanîya li Îraqê cî t’une û bangî cime’tê kirîye, ku 24-ê meha çile berevbûna h’emmiletîyê t’eşkîlkin. Ewî usa jî gotîye,wekî wê dîsa de’wê ji h’ukumatê bikin, ku r’êformên fûndamêntal derbazkin.Ev axavtin girêdayî eskerê ŞAY-ye li Îraqêr’a pêşda hatîye.Destpêka vê mehê piştî kuştina gênêralê îranî Qasim Silêmanî frak’sîyaêyên şih’îyaye li parlamênta Îraqê r’êzolyûsîya qebûl kirin, anegorî k’îjanê bang tê kirinê, ku eskerên ŞAY û yên welatên  mayîn ji Îraqê bidine derxistinê. Dijî vê qirarê k’urd û sunî pêşda hatin, yên ku çawa nîşana protêstokirinê ji sera civînê derk’etin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button