H’emû nûçeSereke

Anegorî t’êsta koronavîrûsêye e’wlin, vîrûs nehatîye dîtinê

Li Ermenîstanê anegorî t’êsta koronavîrûsêye e’wlin lêk’olîn hatîye derbazkirinê,wextê k’îjanê ew vîrûs nehatîye dîtinê. Derheqa wê yekêda,wextê qisa t’evî r’ojne’mevana,cîgira serk’arê merk’eza miletîyêye kontrolkirin û îzinnedayîna nexweşîya Nûnê Bakûnsê gotîye. Anegorî encamên lêk’olîna t’u tişt nehatîye dîtinê. Hene meriv li cem k’îjana nîşanên nexweşîyê hene û nava 14 r’ojên dawîda li Çînistanê bûne û li ser wan lêk’olîn tên derbazkirinê. Serk’ara laboratorîya vîrûsa Şûşan Sargsyanê  gotîye, wekî merivê ku li Çînistanê bûye, germa wî hebûye. Anegorî qanûna lêk’olîna, analîz hatine hildanê û bona dîyagnostîka dawî ji sisîya h’etanî çar seh’eta lazim tê. Bi 2OO t’êstî mînîmûm 67 meriv, lê mak’sîmûm 199 meriv tên kontrolkirinê.Hatîye dîyarkirinê,wekî t’êstên ji Çînistanê hela hê nehatine stendinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button