SerekeSîyasî

Bi qîmetkirina P’aşînyan, gotbêjkirina li Myûnxênêye t’evî E’lîêv bi k’emala k’ifşva bû

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan gotûbêjkirina pirsgirêka Qerebag’êye t’evî serokê Adirbêcanê Îlham E’lîvê, ya li Myûnxênê derbazbûyî, h’esab dike çawa guhar’tina k’ifş.Derheqa wê yekêda P’aşînyan wextê hevp’eyvîna t’evî têlêvîzîyona Ermenîstanêye Civakî gotîye. “Bi fikira min k’emala vê r’asthatinê heye.Ji gulana sala 2O18-da Adirbêcan dicêr’ibîne civaka navnet’ewî bîne ser wê fikirê,wekî Ermenîstan nava pirsa Qerebag’êda li ser t’abîya çêkirinê nîne.Vê axavtinê nîşanî civaka navnet’ewî da,wekî Ermenîstan nava pirsa Qerebag’êda li ser t’abîya çêkirinêye, lê Adirbêcan ne li ser wê t’abîyêye.Eva encamê herî girînge”,-P’aşînyan gotîye. Serekwezîr gotîye,wekî encamê dudayî girîng jî ewe,wekî ewî sozdayîna girînge ku daye cime’ta ermenî, hatîye mîyaserkirinê. “Min gotîye,wekî nava pirsa Qerebag’êda t’u tiştê ji cime’tê veşartinê t’unene. Ew we’de îdî derbaz bûne,wextê ku pirsa Qerebag’ê gerekê dorana p’êşekzanaye teng gotûbêj bike.T’emamîya cime’tê gerekê derheqa pirsa Qerebag’êda zanibe”,-serekwezîr gotîye.Ewî usa jî daye dîyarkirinê,wekî nava pirsa Qerebag’êda fikireke nû heye, ya ku ew bi xwe çawa pirînsîbên Myûnxênê nav dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button