Sîyasî

H’etanî niha li K’urdistanê koronavîrûs nedîtine

Wezîrê K’urdistanêyî sag’lemîxweykirinê Saman Barzancî îzbat kirîye,wekî h’etanî r’oja îroyîn li K’urdistanê koronavîrûs nehatîye dîtinê.Ev e’lametî wezîr piştî r’asthatina t’evî komîtêya parlamêntêye sag’lemîxweykirinê kirîye.Wezîr daye dîyarkirinê,wekî 14OO merivên ku li Îranê bûne, û veger’îyane K’urdistanê bin kontrolêdanin. “Nava wê pirsêda em t’evî t’eşkîleta h’emdinîyaêye sag’lemîxweykirinê hevk’arîyê dikin û koordînasîya baş di navbera meda tê mîyaserkirinê”,- Barzancî gotîye.Bi wê yekêva t’evayî em bêjin,wekî r’oja duşemê îdî hatîye e’lamkirinê, ku li bajar’ê Îraqêyî Necefê nexweşekî bi koronavîrûsê dîtine. Ew meriv welatîyê Îranêye, yê ku li înstîtûta Necefêye r’uh’anîda dixwîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button