SerekeSîyasî

Barzanîyê lîdêr yektîya partîyayên k’urda bilind qîmet kirîye

Lîdêrê k’urd û serokê partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Me’sûd Barzanî r’oja duşemê bi e’lametîyêva pêşda hatîye û gotîye,wekî ew yektîya partîyayên k’urdaye li Beg’dayê bilind qîmet dike.Ev e’lametî piştî wê yekê hate belavkirinê, dema ku Meh’med E’lewî nikaribû h’ukumata nû saz bikira, nava encamên k’îjanêda E’lewî ji qulixa xwe dûr k’et. “Ez spasîyê e’lamî partîyayên K’urdistanê dikim, yên ku nenihêr’î hevr’aqayîlnebûnên sîyasî nava wê pirsêda berev bûn, ku h’ukumata Îraqêye nû qebûlkin, yan na.Ev yekîtî dîsa destanîneke cime’ta K’urdistanêye”,-nava e’lametîya Me’sûd Barzanîda hatîye gotinê.Lîdêrê k’urd usa jî spasîya xwe e’lamî partîyayên Îraqêye sîyasî kirîye, yên ku h’ukumata pêşnîyarkirî înk’ar kirin û nehiştin ku kirîzîs diha k’ûrbe.Me’sûd Barzanî daye dîyarkirinê,wekî Îraq dik’eve nava êtapa nû, nava k’îjanêda mecalên nû pêşda tên ku de’wek’arîyên protêstokira bidine r’azîkirinê û h’îm sazkin, bona gihîştna h’elkirina krîzîsê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button