SerekeSîyasî

Barznîyê serekewezîr û dêlêgasîya Organîzeya Net’ewên Yekbûyî derheqa cabdarîya bona xirabk’arîyên DAÎŞ-ê gotûbêj kirine

Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî dêlêgasîya Organîzeya Net’ewên Yekbûyî bi serk’arîya cîgirê k’atibê organîzeyêyî sereke Adam Dêng qebûl kirîye. Cêrge pirs hatine gotûbêjkirinê, nava wanda usa jî pirsên derheqa cabdarîya bona xirabk’arîyên DAÎŞ-ye mîyaserkirî.Srekwezîr Barzanî û Dêng derheqa girîngîya hevk’arîya navnet’ewîda ya bona îzinnedayîna k’omkujîyêye li t’emamîya dinîyayê dane dîyarkirinê, bi t’aybetî wan neh’îya, yên ku hela hê bin qezîya DAÎŞ-nin.Xeberdan usa jî derheqa wê hevk’arîyêda çûye, ya ku girêdaîye berevkirina dokûmêntar’a, yên derheqa xirabk’arîyên cîhadîstada.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button