H’emû nûçe

Li k’îderê ermenî, li wir jî dêr:dêrên ermenî li cîyên cuda-cuda

P’ir’cûr’etîya cêografîya ermenîyaye li dinîyayê encamê trajêdîya dîroka ermenîye.Ermenî li welatên cuda-cuda mane û r’astî gelek pirsgirêka hatine. Li cîyên jîyana xwe wana ziman û dînên xwe p’arastine.Em çend dêrên ermenîye li welatên cuda-cuda r’aberî we dikin.Dêra ermenîye li Bangladêşê sala 1781-ê hatîye çêkirinê û li p’ayt’extê Bangladêşêdane. R’oja îroyîn ew dêr girtîye û bona çûyîna li wir destûra serwêrtîyê pêwîste. Dêra li Sîngapûrê sala 1833-a hatîye çêkirinê.Wî çaxî dîyaspora ermenî ji 44 meriva bû.Dêra ermenîye li Bîrmayê sala 1862-a hatîye çêkirinê. Wî çaxî li Bîrmayê 446 ermenî diman. Li Yektîya Mîrtîyên E’reba dêra ermenî sala 1979-a hatîye çêkirinê.Niha li wir nêzîkî pênc h’ezar ermenî dijîn.Dêra ermenîye l Vênêsûêlayê sala 1987-a hatîye çêkirinê. Sala 2OO1-ê li r’ex dêrê heykelê p’êşk’êşî cangorîyên k’omkujîya Ermenî hatîye danînê. Niha dîyaspora ermenîye li Vênêsûêlayê ji çar h’ezar merivîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button