H’emû nûçeSereke

Serokê banka h’emdinîyaêyî li r’êgîyonê gavên Ermenîstanêye dijî koronavîrûsê bilind qîmet kirîye

Serokê beşa banka h’emdinîyaêyî li r’êgîyona Kavkaza Başûr Sêbastîyan Molînêûs wextê r’asthatina t’evî cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan gavên Ermenîstanêye dijî koronavîrûsê bilind qîmet kirîye û e’lam kirîye,wekî ji alîyê banka h’emdinîyaêda piştgirîyên fînansîye cûr’e-cûr’e îzbat bûne û heger pêwîstbe, ew mecal dikarin bona Ermenîstanê jî hebin.Wextê r’asthatinê pirsên derheqa mîyaserkirina bernamên t’evayî, usa jî şuxulk’arîyên hazirkirina stratêjî hatine gotûbêjkirinê.Sêbastîyan Molînêûs bona hevk’arîya t’evaîye k’ardar r’azalixî e’lam kirîye û bi r’azîbûn derheqa werguhastinada xeberdaye.Bi t’omerîkirina hevdîtinê, cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê, t’evbûna banka h’emdinîyaêye t’evî werguhastinên h’ukumata Ermenîstanê bilind qîmet kirîye û bona hevk’arîyê r’azalixî e’lam kirîye.Wextê r’asthatinê usa jî berpirsîyarê ofîsa banka  h’emdinîyaêye li Ermenîstanê Sîlvî Bosût’g’o hazir bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button