SerekeSîyasî

Barzanî de’wa wê yekê dike, ku zyank’êşên ji êrîşa k’îmîyaye li H’elebcê bêne kompênsasîyakirinê

Şuxulk’arê sîyasîyî k’urdî e’yan, serokê K’urdistanêyî berê û serokê partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Me’sûd Barzanî careke mayîn berbir’î h’ukumata Îraqê bûye û de’w kirîye, ku kompênsaîyaê bidine wan meriva, yên ku ji êrîşa k’îmîyaye li H’elebcê zyanê k’etine.Nava xeberdana xweda Me’sûd Barzanî qedirê bîranîna şih’îda girtîye. “Em salveger’a 32-a, ya êrîşa k’îmîyaîye li H’elebcê didine k’ifşê, ya ku berdewama xirabk’arîyên dijî cime’ta K’urdistanê bû ku bi t’emamî ew bidana t’unekirinê”,- Me’sûd Barzanî gotîye û daye dîyarkirinê,wekî mafê K’urdistanê heye de’wa kompênsasîyaê ji dewleta Îraqê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button