H’emû nûçe

“Emê diha bi qewat paşda veger’in”: At’êna Manûkyanê derheq Avrovîzîyona sala 2O2O-da gotîye

At’êna Manûkyana dengbêj, ya ku Avrovîzîyona sala 2O2O-da wek’îla Ermenîstanê bû, r’ûp’elê xweyî înstagramêda derheqa derbaznekirina lehcêda gotîye. “Ez dixwezim bêjim,wekî me’na her tiştî nava jîyanêda heye. Cêr’ibandina min dide k’ifşê,wekî wextê ku tiştek usa pêşda naçe, peyîr’a tiştekî mezin û baş dibe. Niha ez wê yekê bawar dikim, ew çi ku qewimîye, bona tiştê baş bûye.Ez t’evî k’oma xweye ermenî xebitîme. Wana bawarîya xwe li qewatê min anîye.Sebirkin, t’u cara bîr nekin,wekî tiştê baş wê bê”,-ewê nivîsîye.Em bîr bînin,wekî leca stiranaye ” Avrovîzîsîon 2O2O” r’ûê koronavîrûsêda wê derbaz nebe.T’eşkîldarên wê gotine,wekî ew dîna xwe didine h’alê li dinîyayê û wê zûtirekê qirara dawî qebûlkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button