H’emû nûçe

Gelo koronavîrûs çiqas we’de organîzmêda dimîne

Li cem merivên ku qenc bûne, koronavîrûs ji r’ojekê h’etanî h’eyşt r’oja dimîne, piştî wê yekê jî wextê nîşanên wê t’unene.K’oma ulmdarên navnet’ewî hatîye li ser fikira vî cûr’eyî, ya ku li merk’eza Pêkînêye doxtirîyê lêk’olîn derbaz kirîye.P’êşekzana 16 nexweş lêk’olîn kirine, yaşê k’îjanaye navîn 35 salî bûye.Ew ji 28-ê meha çile h’etanî nehê sibatê nava prosêsa qencbûnêda bûne û h’emû jî qenc bûne.We’dê înkûbasîyonî navîn pênc r’oj bûne, û li cem h’emûya jî germa bilind, k’oxik, êşa gewirîyê û kêmasîya hewê hebûye.Ew nîşan h’etanî h’eyşt r’oja hebûne, lê li cem nîvê nexweşa analîzên vîrûsê piştî t’unebûna nîşana dane k’ifşê, ku li cem wan nexweşî heye.Ulmdar difikirin,wekî gerekê kar’antîna merivên qencbûyî ji h’evtêkê h’etanî du h’evtîya bidine dirêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button