H’emû nûçe

Li Ermenîstanê merivek jî koronavîrûsê wefat bû

Li nexweşxana “Nork’ê”-ye înfêksîyon merivek jî wefat bûye. Derheqa wê yekêda k’atiba prêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê Alîna Nîkog’osyanê gotîye. “Nexweşê 68-salî bi koronavîrûsê nexweş bûye, lê xêncî wê yekê, li cem wî merivî nexweşîyên k’ironîk jî hebûne, nava wanda usa jî nexweşîya dil û ya p’işikaye k’ironîk”,-Nîkog’osyanê r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. Ewê gotîye,wekî ew meriv mêre û ev meriv, merivê pêncaye ku wefat dibe.Em bîr bînin,wekî r’eqema nexweşên bi koronavîrûsê li Ermenîstanê îdî gihîştîye 663-a.Pênc meriv îdî wefat bûne.Wezîrê saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan e’lam kiribû,wekî h’alê pênc meriva girane, ji k’îjana merivek jî cahile.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button